Di meha Êlûnê de hejmara qurbaniyên teqînên mayînên şer li Sûriyê gihişta13 kesên sivîl li seranserî parêzgehên Sûriyê.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka çileya sala 2026an, de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 249 sivîl ji wan 92 zarok û 9 jin û 147 mêr jiyana xwe ji dest dan, û 383 kesên din birîndarbûn .
Herwiha li gorî raporta Tora Sûrî ya mafê mirovan ku 13 kesên sivîl bûna qurbaniyên teqînên mayînên şer .
Di nav wan de 5 zarok û 3 jin bûn.
Herwiha 17 kesên din , ji wan 8 zarok û jinek birîndarbûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



