Nivîsgeha Têkiliyan a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê, roja çarşemê 30/9/2026an, pêşwazî li birêz Elî Hac Fetah (endamê xwecihiya Dirbêsiyê, rojnamevanê beşê kurdî ya ragihandina encûmenê, û endamê Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê) kir.
Ji aliyê berpirsê nivîsgeha têkiliyan mamoste Mehabad Tizyanî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de çend mijarên girîng hatin nîqaşkirin, ku herî berbiçav ev bûn:
* Tekezkirin li ser girîngiya mezin a hebûn û çalakiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê.
* Ronahîkirin li ser çawaniya têkiliyên encûmenê ligel hemû pêkhateyên li Sûriyê û çalakkirina hebûna wê, bi taybetî li paytext Şamê.
* Her wiha dîtin û nêrîn li ser xurtkirina xebatên rêxistinî û ragihandinê û xizmetkirina dozên niştimanî hatin peguherandin.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



