Hewlêr – Paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, roja Duşemê 21ê Îlona 2026an, bû şahidê merasîmeke fermî ku tê de yekbûna tam û giştî ya Hêzên Pêşmerge li herêmê hate ragihandin.
Ev gav wekî qonaxeke dîrokî û girîng di pêvajoya çaksazî û ji nû ve birêxistinkirina saziya serbazî de hate nirxandin.
Merasîm di bin sîwan û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û hejmarek ji fermandar û berpirsên serbazî birêve çû.
Ev ragihandin encama pêvajoyeke dirêj a xebatê ye ji bo ji nû ve birêxistinkirina Hêzên Pêşmerge û xistina wan di bin sîwana avahiyeke serbazî ya yekbûyî de li wezareta Pêşmerge.
Ev proje yekkirina sîstema fermandehî û kontrolê, her weha ji nû ve birêxistinkirina yekîneyên serbazî li xwe digire.
Wezareta Pêşmerge di destpêka vê mehê de bidawîbûna pêvajoya yekbûn û birêxistinkirinê, bi tevlîbûna hêzên Yekîneyên 70 û 80, di bin sansorek yekbûyî de ku lîwa, ferq û fermandehiyên deveran li xwe digire, ragihandibû.
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di 17ê Îlonê de daxuyandibû ku hemû Hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Karên Pêşmerge de bûne yek û destnîşan kiribû ku dê merasîmeke fermî ji bo ragihandina vê pêşveçûnê were lidarxistin.
Yekbûna Hêzên Pêşmerge derbasbûna qonaxeke nû nîşan dide ku li ser bingeha bihêzkirina saziya serbazî ya yekbûyî û fermandehiya
hevbeş ava dibe. Ev pêngav piştî salan ji hewlên ji bo bidawîkirina dabeşbûna rêxistinî di navbera yekîneyên ku ji dîrokê ve bi hêzên siyasî yên sereke yên herêmê ve girêdayî bûn, pêk hat.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


