Monday, September 7, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

GULISTAN SUBARÎ KOÇA DAWÎ KIR ..

September 6, 2026
in Çand û Huner, Civak
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

GULISTAN SUBARI (1970 – 2026)

Hunermenda navdar û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulîstan Tahir (ku di qada hunerî de wek Gulîstan Subarî dihate naskirin)، roja Şemiyê 5ê Îlona 2026an li bajarê Bochum ê Almanyayê piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê koça dawî kir، û li pey xwe mîraseke dewlemend a hunerî ku zêdetirî çar dehsalan dom kir û tê de stranbêjî، şano û dozên mirovî li hev civandin، hişt.

 

Jidayikbûn û Jîngeha Malbatî

* Reh û kok: Gulistan Subarî ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

 

* Malbatek hunerperwer: Wê di nav malbatek hunerî de çavên xwe vekirin; bavê wê hunermendê nemir Necim Omerî û dayika wê stranbêja gelêrî Hesîna Omerî ye.

Her weha ew xwişka hunermendê nemir Remedan Necim Omerî، stranbêja operayê ya naskirî Mizgîn Tahir û hunermend Şukrî Subarî ye.

 

Rêwîtiya Stranbêjiyê û Hunera Resen

Destpêk (1984): Wê di nîvê salên heştemî yên sedsala borî de dest bi karê xwe yê hunerî kir û di nav komeleyên folklorî yên Kurdî de wek stranbêj cih girt.

Berhemên herî naskirî:

Beşdarî zindîkirin û parastina mîrasa strana Kurdî bû. Strana wê ya bi navê “Qamışloka Evînê” yek ji wan berhemên herî navdar e ku di nav gel de deng veda û belav bû.

 

Xebata Şanoyê û Xelatên Navneteweyî

Hevkariya hunerî: Gulîstanê tenê bi stranbêjiyê re sînor xez nekir û gava xwe avêt ser textê şanoyê. Li wir ligel hevjînê xwe yê derhêner û nivîskarê şanoyê Adil Îsmaîl hevkariyeke hunerî ya serkeftî ava kir.

 

Monodrama “Nesrîn”:

Ev şano wek qonaxa herî giring di jiyana wê ya şanoyî de tê dîtin. Di vê şanoyê de، wê êş û azarên keçeke Kurd ligel hovîtiya şer، koçberî û metarsiyên xerîbiyê nîşan dan.

 

Xelat: Bi şanoya “Nesrîn” li gelek bajaran geriya û ji ber lîstikvaniya xwe ya bêhempa، xelata Lîstikvana Herî Baş di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Seqizê de li Rojhilatê Kurdistanê (Îran) wergirt.

 

Koçberî û Çalakiya li Ewropayê

Piştî ku çû Almanyayê û li wir bi cih bû، xebata wê ya hunerî ranewestiya. Wê hebûn û çalakiya xwe ya çandî bi awayekî çalak berdewام kir. Di festîval û şevbuhêrkên hunerî yên Kurdî de li bajarên cuda yên Ewropayê beşdar bû، û heta rojên xwe yên dawî êşa zarok û koçberên welatê xwe gihand qadên çandî yên Ewropayê.

 

Ragihandina ENKSê

Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Encûmenên Xwecihiyên Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxistin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne