ŞAM: ŞANDEKE JI ENDAMÊN ENCÛMENA GEL YA SÛRÎ SERDANA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.
Hevdîtina endamên Encûmena Gel û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li paytext Şamê, wekî gaveke giring a siyasî ji bo derbasbûna qonaxa rawestanê û nêzîkkirina nêrînan hat nirxandin.
Li gorî nûçeya ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, wekî gaveke ku gihîştina siyasî û daxwazeke rastîn a ji bo derbaskirina rawestana siyasî nîşan dide, nivîskgeha xwecihî ya Şamê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ve pêşwazî li şandeyekê kir ku ji endamên Encûmena Gel a Sûriyê pêk dihat. Şande ji her yek ji xanim Fesla Yûsif û birêzan Mihemmed Seydo û Ridwan Seydo pêk hat.
Şande ji aliyê serokê xwecihî ya Şamê Luqman Oso û hejmarek ji endamên xwecihî ve hat pêşwazîkirin.
Ev hevdîtin wekî qonaxeke berçav di rêbaza diyalogê de hat dîtin, ji ber ku ji sînorên protokolî derbas bû û ket kûrahiya mijarên çarenûssaz ên ku bandorê li seranserî civaka Sûriyê û pêkhateyên wê dikin.
Di guftûgoyên dûr û dirêj de, giringiya rola saziyên qanûndanyînê û çalakkirina amûrên çavdêriyê hatin nirxandin daku hewcedariyên rojane yên welatiyan bêm dabînkirin. Her du aliyan mekanîzmayên xurtkirina peywendiyan di navbera endamên Encûmena Gel û desteyên cuda yên nîştimanî û civakî de
nirxandin.
Amadebûyan tekez kir ku qonaxa niha pêwîstî bi hewldanên hevbeş û hevkariya rastîn heye da ku barê giran ê jiyanê û xizmetguzariyê li ser milê welatiyan kêm bibe.
Her wiha di civînê de rêyên gihandina dengê çînên bindest û zirarberketiye Encûmena Gel û aliyên fermî hatin nîqaşkirin.
Aliyan destnîşan kir ku xebata hevbeş û hevahengiya berdewam, misogeriya herî mezin e ji bo çareserkirina pirsgirgêkên kombûyî, û çandina çanda diyaloga avaker wekî rêbazeke domdar di mijarên nîştimanî de.
Ev destpêşxeriya han di demeke pir hesas de tê ku hewldana hemû aliyên nîştimanî dixwaze daku bawerî di navbera hemû aliyên Sûrî de vegere.
Her wiha lidarxistina vê civînê li paytext Şamê peyamên erênî dide ku diyaloga di çarçoveya berjewendiya bilind a nîştimanî de, her dem bijardeya herî serkeftî ye ji bo lihevkirina li ser dîtinên paşerojê yên ku xizmeta aramiya welat dikin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



