NÛNERATIYA ENKSÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZÎ LI RÊZDAR XELÎL ÎBRAHÎM KIR
Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), roja Çarşemê, 2yê Îlona 2026an, pêşwazî li endamê serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê rêzdar Xelîl Îbrahîm kir.
Mêvanê rêzdar ji aliyê serok û hejmarek ji endamên nûneratiyê ve, li baregeha nûneratiyê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ev qonaxa hestiyar û krîtîk a ku Herêma Kurdistanê îro tê re derbas dibe, bi taybetî ligel guhertinên lezgîn û geşedanên li Rojhilata Navîn, li ser hemû hêzên siyasî ferz dike ku ji nakokiyên teng derkevin.
Her wiha hat teqezkirin ku rûbirûbûna kêşeyên siyasî û aborî yên heyî ne di rênişendên yekalî de ye, belku di yekxistina hewlên partiyên Kurdistanî, gotar û dîtina wan a stratejîk de ye; ev yek wekî bingehekî serekî yê parastina destkeftiyên neteweyî û dabînkirina paşeroja gelê me di nav vê hawirdora herêmî ya aloz de hat nirxandin.
Li aliyê din, bi berçavgirtina rastiya tal a li Kurdistana Sûriyê, hat diyarkirin ku gelê me di bin barê şert û mercên giran ên jiyanê, buhabûn û enflasyonê de dinalînin.
Ev rewş daxwaza pêdaçûneke navxweyî ya berfireh û kûr di qada siyasî de dike, da ku bal bikişînin ser dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û kêmkirina azarên welatiyan.
Ev gav wekî stûna sereke ya misogerkirina aramî û aştiya navxweyî û avakirina tiştên ku di encama salên dirêj ên şerê Sûriyê de wêran bûne, hat
hesibandin.
Di dawiyê de, her du alî li ser wê yekê li hev kirin ku kûrahiya peywendiyên Kurdistanî sînorên cografî û siyasî derbas dike.
Her wiha teqezî li ser giringiya berdewamiya van hevdîtin û şêwirên navbera hêzên Kurdistanî hat kirin, wekî riya herî guncaw ji bo çêkirina helwestên yekgirtî yên ku xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurd dikin û daxwazên wî yên rewa diparêzin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


