Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), îro Çarşemê, 2’yê Îlona 2026’an, civîna xwe ya asayî li ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye (PDK-S) li dar xist.
Civîn bi amadebûna Serokê Encûmenê birêz Mihemed Îsmaîl, Serokatiya Encûmenê û endamên Emîndariya Giştî, di bin şert û mercên lezgîn ên siyasî û meydanî yên ku Sûriya û herêm tê de derbas dibin, hat lidarxistin.
Civîn bi xêrhatina amadebûyan û deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de Barzaniyê
Nemir dest pê kir,
berî ku derbasî gengeşekirina çendîn mijarên siyasî, rêxistinî û jiyanî bibin ku di bala Encûmenê de ne.
Di civînê de geşedan û guhertinên dawî yên li ser qada Sûriyê û herêmî, her wiha mercên dijwar ên jiyanê li herêmê û bandora wan li ser jiyana welatiyan hatin nirxandin.
Her wiha behsa çend mijarên girêdayî rewşa Kurdî û geşedanên lezgîn ên siyasî li Sûriyê hat kirin.
Di daxuyaniyeke taybet de, endamê desteya serokatiya ENKSê birêz Nimet Dawid rênîşan kir ku ev civîn di çarçoveya civînên asayî yên Emîndariya Giştî ya ENKSê de tê, lê ji ber şert û mercên awarte yên Sûriya û herêm tê re derbas dibin û lezbûna bûyer û geşedanên siyasî, xwedî girîngiyeke taybet e.
Dawid destnîşan kir ku geşedanên girêdayî yekbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser di nava saziyên dewleta Sûriyê de, yek ji dosyayên giring e ku Encûmen dişopîne.
Wî tekez kir ku pêwîst e ev geşedan û bandorên wan li ser paşeroja welat û herêmê, bi taybetî li ser doza Kurdî, bi hûrgulî werin xwendin.
Her wiha endamê desteya serokatiya ENKSê behsa kongreya li bende ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî kir û eşkere kir ku kongre nêzîk bûye û Encûmen dê di dema herî nêz de dîroka lidarxistina wê ragihîne.
Wî tekez kir ku girîng e kongre bi her pîvanî serkeftî be, ji ber ku girîngiya wê di diyarkirina rûçikên qonaxa bê û xurtkirina rola Encûmenê di Sûriyeya paşerojê de heye.
Civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê di demekê de tê ku qada Sûriyê di bin guhertinên lezgîn ên siyasî de ye, ku ev yek li gorî beşdaran, hêzên siyasî dixe pêşberî pêngavên nû ku hewceyî hevahengî, diyalog û zelaliya dîtinê beramberî paşeroja welat û mafên pêkhateyên cûda ne.
Tê çaverêkirin ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî di qonaxa bê de amadekariyên xwe yên ji bo lidarxistina kongreyê berdewam bike, di nav çavdêriya helwest û biryarên ku dê jê derkevin û girêdayî qonaxa siyasî ya pêş û rola Encûmenê di geشedanên Sûriyê de ne.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


