Roja sêşemê 1/9/2026, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navenda xwe ya li bajarê Efrînê ahingek belavkirina bawernameyan li darxist.
Herwiha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bawernameyên zimanê Kurdî li ser 60 xwendevanî belavkir, û têde dezgehê giringî û pêwîstiya fêrbûna zimanê kurdî yê Dayîkê daxuyanîkirin,
û ji aliyê xwe ve xwendevanan spasiya Dezgehê kirin li ser vê derfetê .
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya milet û vekirina xuleyên fêrkirinê de berdewam e.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 10 ê sibata 2023an, derbasî nava xaka Efrînê bû, û di 19 ê heman mehê de Ofîsa xwe li navenda Bajêr de vekir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



