Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derman û pêdiviyên bijîjkî ji bo navenda Elaya ya Şûştina gurçikan peyda kir .
Ji 46 karton derman û pêdiviyên pizîşkî pêk hatibû.
Hêjaya were gotin ku roja çarşemê 21 ê Çileya 2026an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi hewara birayên xwe yên derbider ve hatin ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin , ku ( BCF) ,yekem dezgeha Kurdî bû ku derbasî nava xaka Qamişlo bû û milet bi moralên bilind û bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kirin..
Û herwiha (BCF), roja Şemiyê 14 ê, Adara 2026an, roja ji dayîkbûna bavê netewa miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî de, bi fermî ofîsa li bajarê Qamişlo vekir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


