XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN
Di roja Şemiyê 22.08.2026 de,Encûmena Xwecihî ya Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi amadebûna piraniya endaman û bi beşdariya birêz Neşet Zaza berpirsê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî û birêz Fewaz Benko endamê nivîsgehê civîna xwe ya asayî lidar xist.
Civînê bi xêrhatina amadebûyan û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi serokatiya nemir Barzanî dest pê kir.
Di aliyê rêxistinî de rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û naveroka wê ya herî girîng hate nirxandin, di heman demê de rastiya xebatên rêxistinî û rêyên pêşxistina kar û pêşxistina pêwendiya bi girseyan re hate nirxandin.
Ji aliyê siyasî ve, di civînê de giringtirîn pêşhatên Sûriyê û kurdî û paşeroja doza kurdî li Sûriyê û pêşhatên di dîyaloga kurdî de û xebatên komîtê yên ji konferansê hatin gotûbêjkirin, û têde tekezî li ser giringiya yekrêziya helwesta kurdî û pêwîstiya gihandina diyalogê û berpirsiyariya siyasî ji bo çareserkirina pirsên hilawîstî hat kirin.
Her wiha di civînê de rewşa jiyanê û xizmetguzariyê li navçeyê û rêyên pêşxistina rola xwecihî di şopandina pirsgirêkên welatiyan û parastina berjewendiyên wan hatin gotûbêjkirin.
Civîn bi tekezî li ser berdewamiya karê rêxistinî û siyasî, û bihêzkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di xizmetkirina doza kurdî û beşdariya di avakirina Sûriyeke demoqrat û piralî ku mafên hemû pêkhateyên wê garantî dike, bi dawî bû.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



