YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 10EMÎN YA KOÇA DAWÎ YA ISMA’ÎL HEMÊ VEJANDIN..
Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja Sêşemê18-8-2026an de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera 10emîn ya koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejandin.
Her wiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên civaka sivîl û şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve bajarê Dirbêsiyê,Til Temir û Ebû Rasên.
Herwiha vejandinê bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û di pêşî de,yê Barzaniyê nemir û li ser canê Isma’îl Hemê bi Sirûda Ey Reqîb destpêkir û tê de, bi xêr hatin bi hemû beşdaran hate kirin.
Her wiha gotina Encûmenên Xwecihî yên beşdar ji aliyê mamoste Ahmed Oso ve hat pêşkêşkirin.
Oso di axaftina xwe de,rol û kar û xebata nemir Ismaîl Hemê bi awayekî bilind nirxand.
Herwiha M.Mecdel Delî endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.
Delî, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî û û di dawî de,wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdiyetê ya têkoşer Isma’l Hemê û sipasiya hemû beşdaran kir.
Herwiha gotina malbata têkoşer ji aliyê M.Dêrsim Hemê ve, li ser şandina deng hat pêşkêşkirin û Hemê di gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir li ser hazirbûna wan ji bo vejandina salvegera 10emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’îl Hemê û sersaxî ji hemû dost û hevalên têkoşer Isma’îl Hemê re xwest.
Di dawiya vejandinê de, birêz Silêman Oso tevî Berpirsa Rêxistina Jinan a Til Temirê xanim Edîba Oskan
berê xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û ew bi gurza gula ew gor xemilandin,û wênê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



