Serokê Rêxistina Bernamesaziya Neuro-Zimanî ya Perwerde û Şêwirmendiyê
Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêşwaziya birêz Ebdulrehîm Meqsûd Serokê Rêxistina Neuro-Zimanî ya Rahênan û Rawêjkariyê kir.
Li baregeha wê ya li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin. Li ser pêwîstiya rahênankirina hemû pêkhateyên civaka kurdî û xurtkirina korsên rahênanê di warên avakirina karîn, ragihandin û şarezayiya serkirdayetiyê de, tekezî li ser guhertinên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin, bi armanca avakirina serkirdeyên civakê di hemû partî û dezgehên hikûmî û rêxistinên navdewletî de, ku dibe sedema bihêzkirina şiyanên xizmetkirina ji bo avakirina Sûriyeke nû.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


