DIRBÊSIYÊ:XWEPÊŞANDANEKE AŞTIYANE JI REDKIRINA ÊRÎŞÊN LI SER XELKÊN SERÊ KANIYÊ HAT LI DAR XISTIN.
Li ser vexwendina çalakvanên bajarê Dirbêsiyê
xwepêşandaneke aştiyane li bajarê Dirbêsiyê, redkirina êrîşên li ser xelkên Serê Kaniyê,pîştî 7 salan ji Koçberiyê dema ku vegeriyan malên xwe.
Di roja Sêşemê 11ê Tebaxa 2026an de, bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê bi beşdariya berfireh a xelkê di xwepêşandaneke aştiyane de, redkirina êrîşên li ser xelkên Serê Kaniyê ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve.
Wek tê zanîn Serê Kaniyê bû şahidê êrîşan ku şêniyên resen ên bajêr, di nav wan de kesên vegeriyayî û koçber ên ku di çarçoveya karwanên vegerê yên yekem de hatibûn, armanc kirin.
Otombîlên hejmarek ji kesên vegeriyayî hatin şikandin, ligel teqekirina otombîlên wan di hewildanekê de ji bo tirsandina malbatên vegeriyan û nehiştina wan bi ewle bigihêjin malên xwe.
Şahidên navborî herwiha ragihandin ku hejmarek ji kesên vegeriyayî ji aliyê xelkên rûniştvanên bajêr ve hatin lêdan û girtin, di nav nebûna parastina ewlekarî ya pêwîst.
Li gorî şahidiyên niştecihan, hin ji wan kesên ku di van êrîşan de cih digirin, raman û meylên cîhadî yên tundrew dipejirînin, di heman demê de sûcdar têne belavkirin ku alîgirên rêxistinên cîhadî yên li derveyî sînor hene, di nav de DAIŞ, ku ev yek fikarên cidî li ser ewlekariya gelê xwecihî û yên vegeriyayî zêde dike.
Ev êrîş hevdem in ligel nebûna eşkere ya hêzên ewlekarî yên hikûmetê ji parastina vegeryan, li gorî şahidiyên hejmarek niştecihan, ji bilî nebûna şanda bi şopandina dosya vegera awareyan bo bajêr.
Her wiha Xwepêşanderên bajarê Dirbêsiyê, bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku ji bo rawestandina êrîşan demildest mudaxele bikin, malbatên vegeriyane biparêzin, der barê gulebaran, lêdan, şikandin û girtinê de lêpirsîneke cidî vekin û berpirsyaran bipirsin.
Her wiha xwepêşandanan tekez kirin, ku vegera xelkê bajêr bo malên xwe mafek e ku bi tirsandin û destdirêjiyê nabe, û her proseyeke vegerê ya rastîn pêwîstî bi dabînkirina ewlehî û parastinê û dabînkirina ewlehiya xelkê resen û milkên wan heye.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


