Ev 21 sal derbas dibin li ser damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Hêjaya ronahiyek li ser Kar û xebata wê di ber xizmeta koçberan de.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî , Dezgeheke mirovî ye, hertim di alîkariya malbatên xêzan, penaberan, û vekirina xuleyên fêrbûna pêşeyî de berdewam e.
Ku ne tenê li Herêma Kurdistanê lê belê ji derveyî Kurdistanê , weku hin bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê, ku piştgirî da bi hezarên mirovên ku ji kirîz û ziyandîtiyên erdheja 2023an li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bandor bûn.
Ku yekem dezgeha kurdî bû di 10 ê , Sibata 2023an, derbasî nava xaka Efrînê bûn, û 19 ê Sibatê de Ofîsa xwe li navenda Efrînê bi fermî vekir.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di sala 2005an de, hatiye damezirandin û ji wê demê ve roleke berçev û pir giring lîstiye li Kampên koçberên li Herêma Kurdistanê dimînin û derveyî Kurdistanê jî, ji bo berdewamiya pêşkêşkirina xizmetên mirovî û tendirûstî.
Û herwiha li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê ofîsa xwe bi fermî vekirina û din xizmet û alîkariya malbatên xêzan de ye.
Ragihandina ENK-S ê
Qamişlo



