Di raporteke medyayî de hat ragihandin ku Sûriye ligel Erebistana Siûdî, Urdun û welatên din hişyarî dane Bexdayê û tekez kir ku her êrîşek ku ji xaka Iraqê ber bi xaka wê ve were encamdan, dê bi êrîşên li ser komên çekdar ên li hundirê Iraqê were bersivandin, ji ber zêdebûna aloziyên herêmî.
Li gorî rapora kanala El-Hura ya Amerîkî, çavkaniyekî pilebilind ê leşkerî got ku gihandina Sûriyê ji van hişyariyan di çarçoveya hevahengiya navçeyî bi Erebistana Siûdî, Urdin û hejmarek ji welatên navçê re, li hember zêdebûna tirsa ji tevgerên komên çekdar ên ser bi Îranê ve hat.
Çavkaniyê han eşkere kir ku çendîn welatên cîran nerazîbûna xwe ya zêde li hember berdewamiya çalakiyên hanê yên li derveyî deshilata dewleta Îraqê diyar kirine û daxwaz ji Bexdayê kirine ku tedbîrên bibiryar bigire bo rêgirtin li bikaranîna xaka Îraqê weke platformeke ji bo êrîşên ku ewlekariya deverê tehdîd dikin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



