Thursday, July 9, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ŞAM : FESLA YÛSIF SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.

July 9, 2026
in Çalakî, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endama Parlamentoya Sûriyê Fesla Yûsif serdana ofîsa xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê  kir.

 

Roja Çarşemê 8.7.2026an Encûmena Xwecihî ya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêşwaziya endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û endama Parlamentoya Sûriyê li ofîsa xwecihî ya li paytexta Şamê kir.

 

Şande ji aliyê birêz Luqman Oso berpirsê xwecihiya Şamê û hejmarek ji endamên xwecihiyê ve hate pêşwazî kirin û di hevdîtinê de çendîn mijarên girêdayî qonaxa niha û rola saziyên siyasî di xizmetkirina doza Kurd de hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de, li ser giringiya hebûna kurdan di Parlamentoya Sûriyê de û pêwîstiya parlamenterên kurd ji bo gihandina dengê gelê kurd û berevanîkirin ji mafên rewa yên di çarçoveya destûrî û yasayî de, bi awayekî ku beşdariya siyasî di avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî de zêde bike, gotûbêj hat kirin.

 

Herwiha amadebûyan tekezî li ser giringiya rola jinan di parlemantoyê de kirin, û pêwîstiya zêdekirina beşdariya wê di jiyana siyasî û biryardanê de, li ser bingeha baweriya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser giringiya bi hêzkirina jinan û vekirina rê li pêşiya wan di rola xwe ya netewî û siyasî de.

 

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya peywendî û hevahengiya di navbera saziyên curbicur ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kirin, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiya niştimanî û netewî de be û bibe alîkar ji bo bihêzkirina yekrêziya rêzan û xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna kêşeyên qonaxa bê.

Ragihandina ENKSê

Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞANDEKE NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA “ENKS” LIGEL RÊVEBERÊ NAVENDA ASAYÎŞA PENABERAN LI HEWLÊRÊ CIVIYAN.  

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne