Di biryareke nû de ji Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, Cilûbergê Şagiran bûne yek şêwe , û reng û coreyê wan jî hatin destnîşan kirin ..
Ev biryar ku duho 1 Tîrmehê 2019an derket ,û kopîyek kete destê me de , ku êmza Piştiwan Sadiq Wezîrê Perwerde li ser bû yê , ku têde destnîşan kir şêwe û rengê cilan ji polê 1î Seretayî heta 12 Amadeyî .
Ev biryar derket gorî endamek ji Perwerdeya Herêma Kurdistanê , jî bo Cil û bergê Şagirtên li seranserê Herêmê bibe yek û Şagirt û xwendevan ji Cilê wan werin nas kirin .
Mamoste Xalid Murad ku li kampa Kewirgoskê dimîne ev biryar bi dilxweş pêşwazî kir û got : ” ev pir başe û dikeve di xizmeta perwredeyê de , lê em ta niha nizanin ka wê ev biryar li ser me (Dibistanê Penaberan) wê cêbecê bibe yan na ..!! Lê dimîne biryareke başe “.
Gorî vê biryarê pêwîste Cilê Şagirtan wiha bin :
1- ji bo Zarokê Bexçê safa
Ji keçan kirasê pemba û pantolê Risasî .
Ji Kuran kirasê (Qemîs) Şîn û pantolê Risasî
2- ji bo Qunaxa Amadeyî polê 10 û 11 û 12 Wêjeyî û Zanistî û Islamî Û Pêşeyî
Keç Çepûn yan Pantolê Reş û Kirasê Spî
Kur Pantolê Reş û Kirasê Spî
3- ji bo Qunaxa Navendî ango polê 7 û 8 û 9
Keç Çepûn yan Pantolê Nîlî û Kirasê Spî
Kur Pantolê Nîlî û Kirasê Spî
4- Cilê Qunaxa Seretayî Binyatî ji polê 1 ta 6
Keç Çepûn yan Pantolê Risasî û Kirasê Spî
Kur Pantolê Risasî û Kirasê Spî.
Ragihandina ENKSê
Herêma Kurdistanê