Li Şamê di xwaringehekê de teqînek rûda.
Li Şamê paytexta Sûriyê teqînek çêbû û kuştî û birîndar jî hene.
Îro roja pêncşemê 2ê Tîrmeha 2026an, li xwaringehekê li nêzîkî koşka Dadê ye li Şamê paytexta Sûriyê teqînek li ber deriyê xwaringehê çêbû.
Herwiha li gorî daxuyaniya wezareta tenduristiyê ya Sûriyê 4 kes hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Tê zanîn ku xwaringeh li ser cadeya ElNesrê ya di navbera Rêya Hesinî ya Hîcazê û koşka Dadê de ye.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



