ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ
SERDANA XWECIHIYA ŞAMÊ KIR.
Şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê di roja Çarşemê 17.6.2026an de,bi serokatiya birêz Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar û birêz Wail Umer nûnerê tevgerê li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji hevalên tevgerê serdana xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Şamê kir.
Şande ji aliyê serokê encûmena xwecihî birêz Luqman Oso û hejmarek ji endamên encûmena xwecihî ve hatin pêşwazî kirin.
Şandeyê tekezî li ser giringiya Encûmenê û rola wê li paytext Şamê kir. Li ser peywendiyên netewî bi awayekî ku xizmeta doza gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî bike
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


