XWECIHIYA ŞAMÊ LI SER PERSPEKTÎFÊN HEVKARIYÊ BI DEZGEHA PEYMANA NÛ RE GENGEŞEKIRN
Di çarçoveya xurtkirina peywendiya civakê û pêşxistina şiyanên perwerdehî û pîşeyî de, xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriya pêşwaziya şandeke Dezgeha Peymana Nû li baregeha xwecihiyê li paytext Şamê kir.Şanda mêhvan bi serpereştiya birêz Ezîz Huso û xanim Zeyneb Xelîl û ji aliyê birêz Luqman Oso berpirsê xwecihiya Şamê û hejmarek ji endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin
Hevdîtin li ser giringiya aktîvkirina kenalên peywendiya berdewam di navbera pêkhat û pêkhateyên gelê Kurd ên li Şamê de, bi balkişandin li ser rola sereke ya saziyên perwerdeyê di amadekirina nifşekî jêhatî de ku bikaribe rûbirûyê pirsgirêkan bibe, bi rêya pêşxistina şarezayan û bilindkirina asta zanistî û pîşeyî.
Ji aliyê xwe ve, şanda Saziya Peymana Nû, armanc û nêrîna Saziyê nirxand û amaje bi karên wê kir, ku ev in
Perwerdehiya Pîşeyî: Li gorî hewcedariyên bazara karî qayîlkirin û amadekirina kadroyan.
Pêşveçûna Perwerdehiyê: Pêşkêşkirina bername û destpêşxeriyên perwerdehiyê yên bi kalîte.
Kursên pispor: pêşxistina mufredatan û zêdekirina jêhatiyên akademîk û pîşeyî.
.Herdu alîyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û saziyên civaka sivîl ên ku di warê perwerde û rahênanê de kar dikin, kirin, ku dibe alîkar ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên geşepêdan û rahênanê yên ku pêwîstiyên ciwanên kurd pêk tînin û alîkariya wan di avakirina paşerojeke baştir de dike.
Hevdîtin di atmosfereke erênî de bi rihê dostanî û jihevtêgihiştinê bi dawî hat, û li ser berdewamkirina hevdîtin û şêwra hevbeş, û xurtkirina bizavên beşdariyê ji bo pêşxistina karê sazî û civakî bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike,
Ragihandina :ENKSê
Rapor: Elî Fetah


