Rêxistina Koçera ya PDK_Sê,salvegera damezrandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê vejandin…
Roja yekşemê ” 14″ê pûşbera sala” 2026″an, 69 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe, û bi vê boneyê PDK-Sê ev roj vejand bi ahingek bi coş bi beşdarbûna hejmarek mezin ji cemawer û endam û serkirdeyên partî û encûmena Niştîmanî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan li navçeya Koçera hat vejandin.
Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li, ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina rêxistina Koçera ya partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M, Edil Erif ”ve hat xwendin û têde bi awayekî berfireh li ser dîrok û xebatkarên damezrînarên partî û rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..
Û gotina Xwecihiya Koçera ya bi ser Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya ji aliyê M, Ibrahîm Xelef endamê xwecihiyê ve hate xwendin û têde berdewamiya têkoşîn û xebata yekem Partî li Kurdistana Sûriyê û rol û karê damazrînarên wê de anî ziman.
hêjaya were gotin ku 69sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa ..,

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


