Encûmena xwecihî ya Koçera ya bi ser ENKSê ve, di roja înê 5.6.2026an de, civînek lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî hat kirin û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin .
Di derbarê rewşa siyasî de, amadebûyan behsa pêşhatên dawî û rewşên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û li ser qada Kurdî bi taybetî kirin.
Her wiha di civînê de girîngiya xurtkirina hewildanên hevbeş û şopandina pêkanîna plan û bernameyên pejirandî hate tekez kirin.
Û herwiha di civînê de M, Deham Osman ji bo serokê xwecihiya Koçera hat hilbijartin û du cîgirê serokê xwecihiyê hatin hilbijartin
.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



