NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE.
Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja Pêncşemê 4.6.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir.Lîsta kar gengeşe kirin
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gengeşekirin.
Her wiha di civînê de amadekariyên kongirê bê yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî hatin gengeşekirin, tê de amadebûyan riyên bilindkirina amadehiya rêxistinî û îdarî gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina erkên ku li ser encûmena xwecihî hatine danîn bi awayekî ku beşdariya bi bandor û berhemdar di vê mafê rêxistinî yê girîng de misoger bike, hate kirin.
Rewşa siyasî: Di civînê de amadebûyan pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li ser meydana Sûriyê û bandora wan li ser pirsa kurdî û paşeroja herêmê gotûbêj kirin. Herwiha tekez kirin ku qonaxa niha bi hesasiyet û giringiyeke zêde ye, ku pêwîstî bi kar, berpirsiyarî û hevahengiya zêdetir heye bo rûbirûbûna kêşeyên heyî.
Di civînê de behsa peywendiya bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re hat kirin û amadebûyan ev pêwendiya bi erênî nirxand û tekezî li ser berdewamiya diyalog û hevkariyê ji bo xizmetkirina berjewendiyên giştî yên niştimanî kirin.
Encumena xwecihî di dawiya gotûbêjên xwe de tekezî li ser pêwîstiya erêkirina mafên netewî yên rewa yên gelê Kurd û garantîkirina wan bi destûrî di her çareseriyeke siyasî ya paşerojê de li Sûriyê kir, ji ber ku ew mafên bingehîn û dadperwer in ku nayên paşguhkirin.
Civîn bi tekezî li ser berdewamiya kar û zêdekirina hewlan di qonaxa bê de, li gora hêviyên gelê Kurd û bilindkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di hilbijartinên bê de, bidawî hat.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



