Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Sêşemê 2/6/2026an de civîna xwe ya mehane lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate şirovekirin.
Her wiha civatê tekez li ser wê yekê kir ku divê xwecihî her dem amade be ji bo guhertinên ku li herêmên Kurdî bi giştî diqewimin .
Li ser mijarên siyasî:
Di civînê de ,giringtirîn bûyer û pêşhatên siyasî li ser meydana Sûriyê bi giştî, û qada kurdî bi taybetî, bi taybetî hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê ku Encûmena Niştimanî ya Kurd tê de beşdar bû û karîbû sê kursiyan di encûmenê de bi dest bixe, gotûbêj kirin.
Amadebûyan diyar kirin ku ev encam gaveke erênî ye ji bo zêdekirina beşdariya Encûmenê di avakirina paşeroja Sûriyê de, û karkirina ji bo bidestxistina mafên rewa yên niştimanî û netewî yên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



