Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li ofîsa xwe li bajarê Qamişlo, pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Sosyal Demokrat a Erebî bi serokatiya endamê mekteba siyasî ya partiyê Hac Bekir Elhisênî kir.
Şand ji aliyê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî birêz Mihemed Îsmaîl û hejmarek ji endamên desteya Serokatiya Encumenê ve hat pêşwazîkirin. Şandeyê pîrozbahiyên serkirdayetiya partiyê ji bo serkeftina berbijêrên Encûmena Niştimanî ya Kurd di hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê de gihandin û hêviya serkeftinê di pêkanîna erkên xwe yên niştimanî de anîn ziman.
Her wiha di hevdîtinê de li ser gelek mijarên niştimanî û siyasî danustandina bîr û ramanan hate kirin, û tekezî li ser giringiya diyalog û hevkariyê di navbera hêzên siyasî yên curbicur de bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bike û piroseya xebata niştimanî ya hevbeş pêş bixe.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



