Friday, May 15, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

• HESEKÊ: ROJA ZIMANÊ KURDÎ JI Aliyê “PDKS” VE HAT VEJANDIN..

May 15, 2026
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

• HESEKÊ: ROJA ZIMANÊ KURDÎ JI Aliyê “PDKS” VE HAT VEJANDIN..

Roja Zimanê Kurdî rewşenbîr û hunermendên bajarê Hesekê li hev kom kir.

Di roja Înê 15ê Gulana 2026’an de,ahinga Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Rêxistina Hesekê ya girêdayî Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê ve, li hola xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê bi amadebûna kesayetiyên çandî, wêjeyî û hunerî û amadebûna şêniyên bajarê Hesekê hate li darxistin.

Ahing bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û canê nemir Barzanî bi sirûda netewî ya Kurdî ya “Ey Reqîb” dest pê kir.

Di axaftina partiyê de, endamê Mekteba Siyasî Beşar Emîn, tekezî li ser giringiya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya netewî ya gelê Kurd kir, û tekezî li ser pêwîstiya bicîanîna mafên netewî yên Kurdan di destûra Sûriyê de û pejirandina zimanê Kurdî weke zimanekî fermî li gel zimanên mayî li welat kir.

Ji aliyê xwe ve, nivîskar û dîroknas Yûnis Hemê behsa sembola roja zimanê kurdî kir û diyar kir ku hilbijartina vê rojê vedigere dema derketina kovara “Hawar”ê di sala 1932an de li Şamê, li ser destê mîr Celadet Bedraxan, ku xaleke guherînê di dîroka ziman û wêjeya kurdî de bû.

Hemê bal kişand ser vê yekê ku rejîmên ku Kurdistan dagîr kirine, bi dehsalan hewl dane ku zimanê Kurdî ji holê rakin û rê li ber belavbûna wî bigrin, bi armanca ji navbirina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd, lê hewlên nivîskar, dîroknas û rewşenbîrên Kurd bûne alîkar ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî.
Her wiha bal kişande ser dewlemendî û cihêrengiya zimanê Kurdî û tekez kir ku li gorî lêkolînên zimannasî yên pispor di asta cîhanî de di rêzeke bilind de ye.

Di ahingê de, gelek bernamesaziyên hunerî û edebî hatin pêşkêşkirin, ji aliyê hunermend Ferec Derwîş ve, ji bilî pêşkêşkirina helbestên helbestvan Omran Munteş û Xelîl Alûcî, herwiha beşa helbestê ji aliyê Rosêl Elî ve, stranek ji aliyê zaroka Hena Alûcî ve, û beşek hunerî ji aliyê hunermend Dilo Kabarî û Cîhad Seîd ve hat pêşkêşkirin.

Çalakî bi belavkirina bawernameyên zimanê kurdî li xwendekarên ku perwerde bibûn, bi serpereştiya nivîskar Yûnis Hemê “Bavê Serbest” bi dawî bû.


Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

94 SAL LI SER DAMEZRANDINA KOVARA “HAWAR” RE DERBAS DIBE…

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne