Girgê Legê.. Xwecihiya Girgê Legê civînek li darxist.
Encûmena xwecihî ya Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve, di roja Çarşemê 6.5.2026an de, civînek lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di derbarê rewşa siyasî de, amadebûyan behsa pêşhatên dawî û rewşên siyasî li meydana Sûriyê bi giştî û li ser qada Kurdî bi taybetî kirin.
Û herwiha di civînê de M, Salih Hisên Ehmed ji bo serokê xwecihiya Girgê Legê hat hilbijartin, û M, Ebdulezîz Mecid Eldîn, , M, Hesen Ebdik weku cîgir hatin hilbijartin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



