Urdin: rewşa Penaberên Sûrî li Urdinê.
Nêzîkî 16,000 Penaberên Sûrî li Urdinê ji destpêka salê ve bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku di meha Berçileyê de 4500, meha Sibatê 3900, Adar 3400, Nîsan 4000, ku 58 ji sedî bi malbatî vegeriyan welatê xwe.
Ku di vê derbarî 46 hezar koçber ji herdu kampên Zehterî û Azreq vegeriyan, û yên koçberên mayîn rêjeya 81 hezar koçber, ji wan 48 hezar li kampa Zehterî û 33 hezar li kampa Ezreq mane.
û bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku ji Urdunê vegeriyane Sûriyê ji 8ê Kanûna 2024an heta dawiya Nîsanê 2026an gihîştiye nêzîkî 190,000 penaberên Sûrî bi dilxwazî ji Urdinê vegeriyane welatê xwe û pêşpînî dike ku rêjeya vegera penaberên Sûrî di serdema pêş de zêde bibe.
UNHCR di rapora xwe de diyar kir ku ew piştgiriya penaberên ku dixwazin vegerin dike.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


