Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..
Di encama teqîna mayîneke şer li parêzgeha Tertûsê welatiyeke birîndarbû .
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka çileya sala 2026an, de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 165 sivîl ji wan 55 zarok û 7 jin û 103 mêr jiyana xwe ji dest dan, û 229 kesên din birîndarbûn .
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 145 sivîl di nav wan de 48 zarok û 6 jin hatin kuştin û 215 sivîl ji wan 134 mêr û 76 zarok û 5 jin birîndarbûn.
û navçeyên dibin kontrola rêveberiya xweser de 20 sivîl di nav wan de 12 mêr , 7 zarok û jinek, herwiha 14 kes ji wan jinek û 3 zarok û 10 mêr birîndarbûn
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



