NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ..
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 3.5.2026an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Di warê siyasî de, amadebûyan pêşhatên bilez li ser meydana Sûriyê bi giştî û kurdî bi taybetî gotûbêj kirin, û tekez li ser giringiya yekrêziya kurdî, redkirina biçûkxistinê û bihêzkirina diyaloga kurdî-kurdî kirin, bi awayekî ku xizmeta doza kurdî bike û paşerojeke aram ji herêmê re misoger bike.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



