PARTIYA YEKÎTÎ YA DEMOKRAT A KURDISTANÎ CEJNA ROJNAMEGERIYA KURDÎ VEJAND..
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî roja Înê 17ê Nîsanê,2026 cejna Rojnamegeriya Kurdî, li gundê Til Fendî vejand.
Ahing bi rawestandina kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser giyanê mîr Miqdad Midhet Bedirxan dest pê kir.
Her wiha bi beşdarbûna endamên Emîndar giştî ya ENKSê,Kesayetên serbixwe,civak nas,rojnemevan û nivîskar û cemawerekî pir ji xelkên herêmê.
Gotina Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî ji aliyê sekretêra partiyê Fesla Yûsif ve, hate pêşkêş kirin.
Yûsif behsa
dîroka yekemîn rojnameya kurdî ya ku di sala 1898an de li paytexta Misirê (Qahîrê) ji aliyê mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatiye çapkirin kir.
Yûsif vê rojê ji bo hemû rojnamevan û medyayvanên kurd ên li Kurdistana Sûriyê pîroz kir, ku di xizmeta doza kurd li Sûriyê de têkoşîn kirine.Û spasiya hemû beşdaran kir.
Her wiha gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya di derbarê vê helkeftê de, ji aliyê mamoste Ebdusemed Mahmûd ve,hate pêşkêşkirin.
Her wiha Koma Mîtan ya folklora kurdî çend dîlanên folklorî pêşkêş kirin,her wiha hunermend (Beha Şêxo,Lawîn Se’îd Yûsif,Qasim Xeyba,Selîm Temo ,Mûsa bavê Rewşen û Masûm Şekakî) Jî, stranên neteweyî û cûda pêşkêş kirin.
Wek tê zanîn di 22ê Nîsanê de her sal Cejna Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Di 22ê Nîsana sala 1898an de, mîr Miqdad Midhet Bedirxan yekem rojnamegeriya Kurdî bi navê (Kurdistan) li paytexta Misrê, Qahîra, çap kir.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


