XWECIHIYA ZIRKANÊ YA BI SER ENKSÊ VE ENDAMÊN SERBIXWE JI BO BEŞDARBÛNA DI KONGIRÊ PÊNCEMÎN YA ENKSÊ DE HILBIJARTIN.
Di çarçoveya çalakî û amadekariyên kongirê pêncemîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de û li ser bingeha biryara Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser hilbijartina endamên serbixwe.
Encumena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Zirkanê di roja Şemiyê 11.4.2026an de, hilbijartin ji bo bijartina nûnerên serbixwe yên li herêmê li gundê Şora Rojava konfiransekî berfireh ji kesên serbixwe li dar xist.
Herwiha di bin çavdêriya
komîteyek, ji desteya serokatiya ENKSê ku ji birêz Nihmet Dawid û Ebdulbarî Xelef û birêz Tahir Hesaf û Mihemed Nasir endamên Emîndariya giştî ya ENKSê ve, pêk dihat.
Û piştî kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzaniyê nemir rawestiyan.
Piştî wê, deriyê berbijardinê hat vekirin û dengdan pêk hat û endamên serbixwe hatin hilbijartin.
Di dawiyê de beşdaran pîrozbahî li hemû kesayetên ku di hilbijartinan de bi ser ketine û baweriya xwe bi hilbijartinên zelalmendî, adil û demokratîk anîn ziman.
Ragihandina ENKSÊ
Raport:Elî Fetah .


