Thursday, April 9, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

MAMOSTE FÊSEL YÛSIF SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA “ENKS” KIR.

April 9, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

MAMOSTE FÊSEL YÛSIF SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA “ENKS” KIR.

Mamoste Fêsel Yûsif pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir, bi helbijartina ofîsa wê ya nû ya rêveberî.

Di çarçoveya bihêzkirina pêwendiya sazî û piştevaniya proseya demokratîk di nava desteyên Encûmenê de, birêz Fêsel Yûsif, endamê desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û berdevkê fermî yê ENKSê û Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê û Dr.Ebdulwehab Ehmed endamê Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziyê , roja Çarşemê,8ê Nîsana 2026an serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê Ya ENKSê li Hewlêrê kir .Her wiha ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Birêz Fêsel Yûsif bi helkefta bidestxistina baweriya hevkarên xwe û hilbijartina nivîsgeha nû ya îdarî, pîrozbahîyên xwe yên jidil pêşkêşî serok û endamên nûneratîyê kir û pesna atmosfera demokratîk û biratî ya ku di proseya hilbijartinan de serdest bû, kir. Birêz Yûsif hêviya serkeftinê ji ofîsa nû re di cîbicîkirina erkên xwe de diyar kir û tekezî li ser rola giring ya nûneratiyê di xizmetkirina doza Kurd û civaka Herêma Kurdistanê de kir.

Di hevdîtinê de gotûbêjên kûr li ser mijarên sereke hatin kirin, bi taybetî rewşa giştî ya Sûriyê, û tê de şiroveyeke berfireh li ser rewşa siyasî ya Sûriyê ya niha û pêşbîniyên çareseriyê li gor guhertinên navdewletî hatin pêşkêşkirin. Her wiha pirsa kurdî hat gotûbêjkirin û pêşhatên dawî yên girêdayî rewşa kurdî li Sûriyê hatin nirxandin, bi balkişandina li ser kêşeyên heyî û vekolînek li ser bandora guhertinên herêmî li ser dosya Sûriyê bi giştî û nepeniya kurdî bi taybetî, û tekezî li ser rola Encûmenê wek stûneke bingehîn di pêvajoya siyasî de, û şiyana wê ya rûbirûbûna kêşeyên heyî û derbaskirina astengiyên ku di xizmeta gelê kurd de ne.

Ji aliyê xwe ve birêz Şemis Şerîf Serokê Nûneratiyê spasî û pêzanînên xwe ji bo vê serdanê anî ziman û tekezî li ser berdewamiya xebata dijwar kir ji bo bihêzkirina rola Encûmenê û pêşxistina performansa Nûnertiyê bi awayekî li gorî hestiyariya qonaxê û pêdiviyên wê.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

11 Sal li ser Şehîdbûna pêşmerge ”Mihemed Reşîd Ehmed“ Ve Derbas dibe.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne