46emîn salvegera jenosîdkirina Kurdên Feylî.
Tê zanîn ku Beriya 46 salan ji sala 1980 ê heta 1990 î kumkojiya jinosîda kurdên Fîlî destpêkir, û herwiha di encamê de bi hezaran Kurdên Feylî hatin kuştin û ji 300 hezar Kurdên Feylî jî nasnameyên wan hatin standin ji aliyê rêjîmên berê yên Iraqî ve.
Kurdên Feylî li Başûrê Kurdistanê li derdorê Çemê Dîcleyê dijîn, erdnîgariya lê dijîn heta derdorê Bexdayê dirêj dibe.
Û her di derbarî salvegera jenoseyda Kurdên Feylî de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ” Mesrûr Barzanî” nameyek belav kir û got:
Ku Di salvegera 46ê ya jenosîdkirina Kurdên Feylî de, em tekez dikin ku divê Hikûmeta Îraqê erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî bi cih bîne û binemal û kesûkarên qurbaniyên jenosîda Kurdên Feylî û jenosîd û komkujiyên din bi awayekî hejî qerebû bike û mal û milkên wan ên zevtkirî jê re vegerîne.
Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdên Feylî û tevaya şehîdên Kurdistanê.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


