GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ: TEVGERA CIWANÊN KURD LI SÛRIYÊ BI DAWÎBÛNA PERWERDEYEKÊ KOMBIYÛTER AHINGEK LIDARXISTIN.
Tevgera Ciwanên Kurd li Sûriyê, li gundê Mişêrfa Helîmo yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê, li dawiya dewreya perwerdeyê li ser bernameya Migrosofit Ofês (Microsoft Office) ahingek li dar xist.
Her wiha ahing bi amadebûna rêberên tevgerê, mamoste û malbatên wan.
Kurs nêzîkî mehekê dom kir, û çardeh xort û Keç ji gundên derdora gundê Mişêrfa Helîmo beşdar bûn, bi çavdêriya rahêner Lorens Reşîd.
Ev dewre di çarçoveya bernameyeke berdewam a perwerdeyê de ye ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd ve tê organîzekirin û bi armanca bilindkirina hişmendiya wan û pêşxistina şiyan û jêhatîbûna wan tê.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


