BI VÎNEKE XURT GERÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN.
Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,(Amûdê,Dirbêsiyê,Hesekê,Til Temir,Ebû Rasên Û Kobanê)Di êvara Newrozê 20/3/2026 an de,
bi vîneke xurt agirê Newrozê vêxistin.
Her wiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,civaka sivîl،kesayetên serbixwe,Olî,civaknas,rêxistinên jinan û ciwanan her wiha bi beşdarbûna xelkên wan deveran.
Her wiha Sitran,Helbest û govendên dîlanan jî li ber Agirê Newrozê hatin pêşkêş kirin.Û hejmareke pir ji Ala Kurdî hatin bilind kirin.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah




