ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA ŞAMÊ VE HAT VEJANDIN.
1903z……2026z
Her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Di roja Şemiyê 14.3.2026an de,bîranîna salvegera 123 saleya rojbûna Barzaniyê nemir ji aliyê xwecihiya Şamê ve ya bi ser ENKSê ve, li Şamê hat vejandin..
Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin,bi navê xwecihiya Şamê ve û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir bi sirûda Ye Reqîb rawestiyan.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna kesayetên civaknasî û gelê Kurd yên li Şamê.
Piştre mamoste,Luqman Oso ,serokê xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku rêbaza Barzanî ya nemir xaleke werçerxanê ye di dîroka tekoşîna netewî ya Kurdî de û diyar kir ku hîna jî rêbaza Barzanî çavkaniya îlhamê ye ji bo nifşên Kurd di rêwîtiya wan a ber bi azadî, rûmet û bidestxistina mafên rewa de.
Her wiha mamoste, Mehabad Tezyanî berpirsê ofîsa encûmenê li Şamê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa jînenîgariya rêberê Barzaniyê nemir û dîroka zengîn ya tekoşîna wî kir û balkişand li ser mîrata siyasî û niştimanî ya ku wî ji bo gelê Kurd hiştiye û herwiha rola mirovî û xêrxwazî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di xizmetkirina civakên xisardar û behsa piştevanîkirina ji bo pirsgirêkên siyasî û mirovî ya Serok Barzanî lîstiye. doza gelê Kurd û xurtkirina hebûna wê li qada herêmî û navneteweyî kir.
Di helkeftê de, pêşandanên hunerî û niştimanî ji aliyê koma Azadî li Şamê ve hatin pêşkêşkirin, ku bi riya wan giyana xwedîtiyê û şanaziya bi nasnameya kurdî hate nîşandan. Her wiha di vê çalakiyê de rêzgirtin ji çend ciwanên têkoşer re hate rêzgirtin ji bo rola wan û hewlên wan di xizmeta doza gelê Kurd û xebata netewî de.
Di dawiya vê ahengê de, xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê
spasî û pêzanîna xwe ji bo
ji hemû amadebûyan û beşdaran re kir û tekez li ser wê yekê kir ku bibîranîna serkirdeyê nemir Mistefa Barzanî derfeteke nû ye ji bo binavkirina nirxên têkoşîn û pêkvejiyanê û berdewamkirina xebatê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Kurd ji bo azadî, rûmet û dadperweriyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah .


