XWECIHIYÊN HESEKÊ 22 YEMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊ KURDÎ VEJANDIN…
Di roja Pêncşemê 12ê avdara 2026an de,herdu encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,salvegera 22 yemîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewanêv Kurdî) vejandin.
Helkefteke sembolîk ku bi pênc xulekan rêzgirtin ji giyanê pakê şehîdên gelê Kurd destpê kir, bi beşdariya hejmarek endamên encumenê, malbatên şehîdan û çalakiyên civakî.
Piştî rawestandina bêdeng, amadebûyan ber bi nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê ve çûn û tê de çendîn axaftin hatin pêşkêşkirin, ku tê de tekezî li ser sembola merasîmê û giringiya parastina mîrateya şehîdan û têgehên wan ên netewî kirin.
Di çalakiyê de endamê xwecihiya rojhilatê Hesekê Ferhad Şêxo axaftina Emîndariya Giştî ya Encûmenê xwend û têde encamên serhildana Qamişlo ya sala 2004’an ku di 12’ê adarê de dest pê kir nirxand û piştî wê ev roj weke roja şehîdên Kurd hate qebûlkirin.
Di axaftina xwe de tekez kir ku fedekariya şehîdan di têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa de xaleke nû ye.
Herwiha tekezî li ser pêwîstiya gihiştina sîstemeke nenavendî û piralî li Sûriyê kir, ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike, û bang li hikûmeta demkî li Şamê kir ku diyalogê bi şanda hevbeş a kurdî re veke, û kar ji bo eşkerekirina çarenivîsa windayan û azadkirina girtiyan bike, ji bilî misogerkirina vegera awareyan bo herêmên xwe yên kurdî.
Ji aliyê xwe ve, birêz Ebdulrehîm Mehmûd gotarek bi navê malbatên şehîdan pêşkêş kir û tekez kir ku, roja şehîdên Kurd bi taybetî pîrozbahiyeke mezin e ji bo malbatên ku zarokên xwe ji bo doza Kurdî dane.
Wî bang li Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir ku kar li ser belgekirina navên şehîdên Kurd û parastina jiyana wan bike, bi awayekî ku parastina mafên wan û mafên malbatên wan di Sûriya paşerojê de misoger bike.
Her wiha daxwaz kir ku dibistan, rê û meydanên giştî li deverên Kurdî bi navê şehîdan bên binavkirin, weke nîşana dilsoziya bi qurbanîdana wan û bihêzkirina bîranîna wan di wijdanê nifşên paşerojê de.
Ev çalakî di çarçoweya bîranîna roja şehîdê Kurd de tê, ku her sal qonaxeke dîrokî ye û tê de Kurd qurbaniyên zarokên xwe bi bîr tînin, û tê de berdewamiya daxwaza maf, azadî û dadperweriyê di Sûriya pêşerojê de tekez dikin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



