Saturday, March 7, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

HESEKÊ: SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

March 7, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

HESEKÊ: SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

Di sempozyûmeke siyasî de li Hesekê geşedanên pirsgirêka Kurd li Sûriyê hat nîqaşkirin

Di roja Înê, Rêxistina Hesekê ya ser bi Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê ve, sempozyûmeke siyasî li baregeha partiyê li taxa Muftî li bajarê Hesekê lidar xist û tê de sekreterê partiyê birêz Silêman Oso, gotarek siyasî pêşkêş kir û tê de behsa giringtirîn rewşa kurdî û pêşhatên giştî yên Sûriyê kir.

Di sempozyûmê de nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hejmarek ji partiyên kurdî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên niştimanî amade bûn.

Semînar bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û giyanê bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bi sirûda netewî ya Kurdistanî Ye Reqîb dest pê kir û piştre Oso pêşhatên siyasî yên li meydana Kurd û Sûriyê nirxandin.

Oso di destwerdana xwe de behsa encamên konferansa yekitiya Kurd û tevgerên siyasî û meydanî yên piştî wê kir û balkişand li ser girîngiya van gavan ji bo bihêzkirina helwesta hevbeş a Kurdan di qonaxa niha de.

Her wiha bal kişand ser rêze civînên siyasî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di dema borî de, ji wan hevdîtinên wê ligel Wezîrê Derve yê Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz Eshed ElŞîbanî û Serokê Demkî Ehmed Elşerih û serdana şandeke Encumenê bo Qeterê û hevdîtina wê ligel berpirsên Qeterê.

Oso her wiha amaje bi civîna şanda Encûmenê ya li gel Serok Mesûd Barzanî kir û diyar kir ku ew civîn di çarçoveya bihêzkirina hebûna siyasî ya Encûmenê û piştgirîkirina hewlên ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya dadmend li Sûriyê de.

Sempozyûm bi gotûbêjeke vekirî bi amadebûyan re bi dawî hat û tê de çendîn mijarên siyasî û pêşbîniyên paşerojê yên tevgera kurdî li ber çavê guhertinên ku di qada Sûriyê de çêdibin hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî li ser 200 malbatî li derdora Qamişlo dabeşkirin..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne