XWECIHIYA AMÛDÊ SALVEGERA “47YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.
Di roja Yekşemê 1.3.2026an de,bîranîna salvegera 47yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Amûdê.
Herwiha bi beşdarbûna Dezgeha xêrxwaziya Barzanî,herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.
Di destpêkê de, mamosta Mala Esmer,bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên beşdar kir.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.
Piştre hin axaftin hatin pêşkêşkirin di derbarê vê bîranînê de.
gotina ENKSê ji aliyê birêz Ekrem Hisên ve hat xwendin.
gotina ENKSê di derbarê, dîrok û têkoşîna bavê ruhanî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî bû.
Herwiha gotina PDKSê ji aliyê endamê komîteya navendî ya PDKSê mamoste Hesen Remzî ve ehate pêşkeş kirin,
balkişand li ser rola Barzaniyê nemir û tekoşîna wî ya berdewam di xizmeta gelê Kurd û doza netewî de.
Li ser qurbanîdana Barzaniyê nemir û qonaxên jiyana wî bû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



