Dêrik.. bîranîna 47 emîn a bavê netewe miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî hat vejand.
Roja yekşemê 1 ê Adara 2026an, xwecihiyra Dêrikê ya bi ser ENK_Sê ve, 47emîn salvegera koça dawî ya bavê netewa miletê Kurd Mela Mistefa Barzanî vejandin.
Ev yek bi amadebûna cemawer û serkirda û endam ,alîgirên Partî herwiha Encûmena Niştîmanî rêxistinên jin û sivîlan.
Û herwiha di salvegerê de Gotina Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya û partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya ji aliyê M, Besê Ebdê , endama ofîsa siyasî ya PDK_Sê, ve hate xwendin.
Û di gotina xwe de derbarî jiyan û dîroka Mela Mustefa Barzanî , û rola wî di şoreşan de û serkeftinên hatin bidestxistin ji bo doza azadiya mafê gelê Kurd , û herwiha spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî kir ser kar û xebata wan anî ziman.
Û hêjaya were gotin ku Di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.
Û herwiha dîroka tevgera kurdî de, rêberê neteweyî, yê herî bi nav û deng,” Barzaniyê “nemir bû, serokê Partiya Demoqirata Kurdistanê bû,
Di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,
Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.
Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo



