PDK_Sê, 14 emîn salvegera Şehîdbûna Xebatkar Nisredîn Birhik vejand.
Roja yekşemê 22ê Sibata 2026an, Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya, 14 emîn salvegera şehîdbûna xebatkar Nisredîn Birhik vejand bi serdana gora wî li gundê Kevirê Dena.
Di salvegerê de gotina PDK_Sê, ji aliyê M, Mihemed Ismaîl sekirtê Partiya Demoqrata Kurdistana _Sûriyê ve hat xwendin .
Gotina ENK_Sê, ji aliyê M, Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENK_Sê ve hat xwendin.
Gotina malbata Şehîd ji aliyê M, Mihemed Şerîf Birhik ve hat xwendin.
Hêjaya were gotin ku Xebatkar û pakrewanê gotina rastiyê “Nisredîn Birhik ” Bavê Ela ,endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe di nav kurdan di hat naskirin û kesayetiya xwe ji bo kar û xizmeta Azadiya milet û mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê terxan dikir û bi dilsozî xebata xwe di tevgera kurdî û siyasî li ser rêbaza Barzaniyê nemir de dikir…
Û Bavê Ela ” di destpêka ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partiya Demokrata kurdî li Sûriyê El Partî bû, û di gelek rêxistinan de beşdar dibû û di komîtên partî de kar kiribû,ta ku 1998 an de,bû endamê Polîtbîroya partî ,û bavê Ela ji bo kar û xebata wî ya kurdawarî de gelek caran rastî revandin û işkenceyê dihat kirin û di 13ê sala 2013an de,bavê Ela ji aliyê girûpeke bi ser PYD ê ,ve hate gulebarankirin û ji bo giranbûna birîn wî jiyana xwe ji dest da.
herwiha hêjaya were gotin ku pakrewan “Nesredîn Berhik ” ji daykbûna sala 1960an de ,li gundê Kevrê Dena yê bi ser navçeya Çilaxa ve ,Xwendina xwe ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir û li DêreZorê paymangeha pêşesazî beşê Eletrîkê bi dest xwe ve xist ..
Û herwiha di roja 22ê heyvê 2an,de Bavê ” Ela” şehîd ket, û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîrî û netewayî li gundê Kevrê Dena bi xakê hat spartin….

Ragihandina ENKSê
Qamişlo



