Sunday, February 8, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

February 8, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Yekşemê 8/2/2026an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .

Herwiha bi amadebûna Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û birêz Mahmûd Hac Elî endamê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî yên gerîngeha rojava.

Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.

Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.
Rewşa rêxistinî ya Encûmenên xwecihî yên li gerîngeha rojava hate nirxandin, ku li ser mekanîzmaya xebata her Encûmenekê hate nirxandin, performansa di dema borî de hate nirxandin, her wiha behsa astengiyên û rêbazên pêşvebirina xebata saziyan hate kirin.

Di vê çarçoveyê de, birêz Mehmûd Hac Elî ji me re ragihand, çend pirs û mekanîzmayên rêxistinî ji bo pêşxistina karê encûmenên xwecihî di qonaxa bê de, tekezî li ser giringiya bilindkirina asta kar û zêdekirina hevahengiyê bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike û li gorî pêdiviyên qonaxê bimeşe, kir.

Di warê siyasî de jî Mamoste Neşet Zaza bi hûrgilî di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê, encamên rewş û guhertinên li ser erdê rû didin, û bertekên wan li ser qada siyasî ya giştî de, şirove kirin.

Her wiha amaje bi civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Elşîbanî û Serokê Sûriyê Ehmed Elşerih kir û tekez kir ku ew civîn gaveke erênî ne di rêya rast de û di vekirina asoyên nû de ji bo diyaloga siyasî.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Encûmenên xwecihî pesna biryarnameya jimara 13 ya serokatiyê da û ew pêngavek girîng ji bo çareser kirina kêşeyên hilawîstî nirxand û tekezî li ser pêwîstiya avadankirina van gavên erênî û bihêzkirina wan bi awayekî ku daxwazên gel pêk bîne, kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa serdana şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd bo dewleta Qeterê hat kirin, ku tê de hevdîtin ligel berpirsên dewleta Qeterê pêk hatin û çend dosyeyên siyasî yên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin, di çarçoveya bihêzkirina têkeliyên navçeyî û peywendiyan.

Di dawiya civînê de, amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi tevahî bi biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd û karkirina bi giyanê berpirsiyariya komî li ber çavê rewşên hestiyar ên ku herêm têre derbas dibe, kirin û tekez li ser giringiya yekrêziya rêzan û rêkxistina kar ji bo rûbirûbûna kêşeyên dahatû kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Encûmenên Xwecihiyên Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxistin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne