Alîkariyên mirovî li ser derbiderên li Qamişlo tên dabeşkirin.
BCF , rojana alîkariyên mirovî ji xwarina germ û dermankirina nexweşan ji derbiderên li Qamişlo dimînin dabeşdike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo derbiderên Rojavayê Kurdistanê re berdewamin.
Herwiha dezgehê gelek barhilgirên alîkariyan ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine , herwiha çareseriya pizîşkî jî pêşkêşdike.
Tê zanîn ku roja çarşemê 21 ê Çileya 2026an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi hewara birayên xwe yên derbider ve hatin ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 21ê Çileya 2026an, yekem dezgeha Kurdî bû ku derbasî nava xaka Qamişlo bû û milet bi moralên bilind û bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kirin.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke mirovî ye , her tim di alîkariya malbatên xêzan , penaberan, û vekirina xûleyên fêrbûna pêşeyî de berdewam e ,ku ne tenê li herêma Kurdistanê lê belê ji derveyî Kurdistanê.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo


