Hewlêr.. merasîma salvegera şehîdên 1 sibatê hate li darxistin..
Bi amadebûna serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma şehîdên 1 sibatê li Hewlêrê birêve çûn.
Tê zanîn ku roja 01.02.2026 22mîn salvegera karesata 1ê Sibata 2004an li Herêma Kurdistanê de derbas dibe.
Beriya 22 salan bi taybet roja 1’ê Reşemiyê, milet û kesayetên siyasî ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê ber bi ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê û navenda sêyemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve diçûn.
Du terorîstan xwe teqandin û di encamê de bi dehan serkirdeyên partiyan, kadro, welatî, pisporên medyayê û kesên ji beşên cuda yên civakê ku ji bo pîrozkirina cejnê li wan kom bûbûn hatin kuştin û birîndarkirin.
Siyasetmedarê navdar û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ebdulrehman jî di nav kesên ku di wê karesatê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Hikûmeta Herêmê ji bo şehîdên wê karesatê bîrdarîyek çêkir û mezintirîn parka Hewlêrê jî bi navê şehîd Samî Ebdulrehman bi nav kir.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo


