Xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.
Encûmena Xwecihiya Tirbespiyê roja dûşemê 5 ê Çileya 2026an, civîna xwe ya asayî li darxist.
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan.
Raporta ji ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan hat xwendin û gotûbêjkirin.
Û herwiha di civînê de hejmarek ji babetên rêxistinî û siyasî hatin goftûgokirin.
Li ser mijara siyasî derbarî pêşhateyên herî dawî li ser qada Sûriyê bi taybetî ser qada Kurdî gotûbêjkirin.
Herwiha serokê Encûmena Xwecihiyê Ebdulbaqî Elî, li ser pêşketinên herî dawî yên herêmî û Sûriyeyê, bi taybetî piştî serdana şandeya HSDê, bi serokatiya General Mezlûm Ebdî, û hevdîtina wan bi rayedarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, axivî.
Ji rexekî din ve Birêz Elî helwesta bê rawestan a ENK_sê, li gorî encamên konferansa 26ê Nîsanê, û girîngiya parastina yekîtiya Kurdan, bi taybetî bi nêzîkbûna Konferansa Pêncemîn a ENKê û amadekariyên di rê de, tekez kir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



