Salvegera dehremîn a Şehîdbûna Pêşmerge “Selaheldîn Mihemed Hiso ..
Hêzên pêşmergeyên kurdistana sûriyê ku tên naskirin bi navê Pêşmergeyên (leşkerê roj) , ku di roja 12/3/2012 an de, bi biryarekê ji Serokê Neteweyî “Mesûd Barzanî ” hat damezirandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî yên pêşmerge de perwerde dibûn.
û êdî leşkerê roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî , û qehremaniyeke pir mezin dan xuyakirin di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de ..
Û hêzên pêşmergeyên leşkerê roj ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran şehîd û birîndar danîne yek ji wan pakrewanên pêşmerge “Selaheldîn Mihemed Hiso,…
– Pile: pêşmerge.
-Jidayîbûn: Efrîn
– Cih û rêkefta şehîdbûnê: 5/1/2016 Duhok
Ku pakrewan ” Selaheldîn Hiso” di encama şerekî dijwar de di rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAÎŞ roja 5/1/2016an ,jiyana xwe kir qurban ji bo parastina sînor û xaka Kurdistanê ..
Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Selaheldîn Hiso ” bi Iman û bewerî û bi dilsozî tevlî nava refên pêşmergeyên leşkerê roj bû.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



