DIRBÊSIYÊ:JI BER BARÎNA BERF Û BARANÊ PIR QEZAYÊN TIRAFÎKÊ Û HERIFANDINA DÎWARÊN AXÊ RÛDAN
Ji ber barîna berf û baranê pir qezayê tirafîkê û herifandina dîwarên axê rûdan.
Ji duh êvara dawîn ji sala 2025an ve li Kurdistana Sûrî û bi taybet, li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ji ber barîna berf û baranek zêde bariya.Li ser rêya Hesekê û Dirbêsiyê û rêya Serê Kaniyê û Dirbêsiyê û rêya Amûdê Dirbêsiyê,pir qezayên Tirafîkê rûdan û li gorî jêderên xwecihî hin xanî û dîwarên hewşan jî herifîne.Li gorî agahiyan li gundê Xatûna yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,baniyê Metbexekê û dîwarên hin hewşan herifîne. Di encamê de, windahiyên madî bû.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber şert û mercên hewayê niha rêya Amûdê-Qamişlo, Amûdê-Hiseke û Amûdê- Dirbêsiyê ne derbas dibe.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber barîna berfê û kêm dîtinê, derketina ji bajarê Dirbêsiyê ber bi Riya Navdewletî – Amûdê – Zerkan ve, derbas nabe.
Wê got jî ku rêyên bajarê Qamişlo ber bi: m4-Tirbespiyê-Til Birak-Til Hemîs-Til Koçer ve bi zehmetî derbas dibin, ji ber barîna berfê û kêm dîtinê, her wiha rêyên derketina bajarê Hesekê hîna derbas dibin.
Ji ber vê yekê, ajokar divê baldar bin, heta ku dibe bila bibe li ser rêyên ku ji depresyonê bandor bûne negerin û rêwerzên ewlehiya trafîkê bişopînin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



