ROJA ALA KURÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN..
Îro Çarşemê17/12/2025an, her du xwecihiyên Hesekê yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, merasîma Roja Ala Kurdî li pêş ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê, bi amadebûneke berçav a xelkê, pîroz kirin.
Girseya gelê Kurd li bajarê Hesekê tevî hejmarek mêvanên Ereb û Xiristiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi sirûda Ey Reqîb destpê kir .
Axaftina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê endama desteya serokatiya Encumenê Fesla Yûsif ve hat pêşkêşkirin û tê de behsa sembol û dîroka ala Kurdistanê kir û qurbaniyên mezin ji bo bilindkirina wê hatin dayîn.
Her wiha balkişand li ser dawîn pêşhatên siyasî li Sûriyê û navçeyê, û tekezî li ser redkirina bi tundî ji aliyê Encûmenê ve li ser hemû hewlên jinavbirina nasnameya kurdî yan têkbirina mafên gelê kurd.
Di şahiyê de beşên hunerî û kulturî hebûn û tê de Koma Mîtan a folklora Kurdî çend dîlanên gelêrî pêşkêş kirin, û bi dengê hunermend Mehsûm Şikakî, hunermendê ciwan Azad Şikakî û hunermend Ebû Reşo stranên netewî pêşkêş kirin.
Ev pîrozbahî di çarçoveya çalakiyên berfireh de tê ku hemû deverên Encumena Niştimaniya Kurd li gelek bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê roja Ala Kurdîbi bîr anîn, ji bilî çalakiyên bi vî rengî yên li derveyî welat, ji bo piştrastkirina yekrêziya helwestê û pabendbûna bi nasname û sembolên neteweyî yên Kurdî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.



