DIRBÊSIYÊ:ROJA ALA KURDÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSYÊ VE HAT VEJANDIN…
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna îro di roja Çarşemê 17.12.2025an an de, bi amadebûna girseyeke mezin roja Ala Kurdî li navenda bazara bajarê Dirbêsiyê, hat vejandin.
Herwiha hemû aliyên siyasî û kesayetiyên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî ji aliyê M.Nîzamedîn Elîko ve, hatin bixêrhatin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û Barzaniyê Nemir deqeyek bêdeng bi sirûda Kurdî Ey Reqîb rawestiyan.
Piştre serokê xwecihiyê Ebdulhemîd Temo, axaftina encûmena xwecihî kir û tekez kir ku Ala Kurdî sembola nasname û hebûna Kurda ne.
Her wiha behsa dîroka Ala Kurdî jî kir.
Di dawiyê de,spasiya hemû beşdaran kir û Ala Kurdî li seranserî gelê Kurd pîroz kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



